Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed, hişkî û şepeyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be, paşê wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Tê texmînkirin li der û dora Erzincanê baranê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ji milê bakur dem demî wê ba rabe.
Bi şev germahiya herî kêm li Igdirê 3 pile, li Karsê di binê sifirê da 6 pile, li Erzurumê û Ardahan di binê sifirê da 3 pile, li Agriyê di binê sifirê da 2 pile, li Erzincanê di binê sifirê da pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 18 pile, li Erzincanê 16 pile, li Ardahan û Agriyê 11 pile, li Erzurumê jî 10 pile tê payîn.
Meteorolojiyê daxuyand nîvê şevê hişkî û cemed wê çêbibe, li cihên bilind jî talukeya şepeyê heye ku ji ber vê bila welatî baldar bin.AA