Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nexweşiyên Jinan a Etlîk Zubeyde Xanim a Zanîngeha Zanistên Tendûristiyê di çarçoveya tevdîrên li hemberî vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) da bo pitikên nû tên dinyayê rûbarên şefaf hatin çêkirin.
Rêvebira nexweşxaneyê Prof. Dr. Yaprak Ustunê di mijara çêkirina rûbarên şefaf û tevdîrên ku nexweşxaneyê hildaye da daxuyanî da nûçegihana AAyê.
Ustunê diyar kir ku nexweşiya Kovîd-19ê bi dilopik û destdanînê ji mirovan derbasî hev dibe û wiha pê da çû: "Ji ber vê yekê jî me bo sebiyên ku nû tên dinyayê û pergala wan a xweparastina bedenê zexim nîne rûbarên şefaf çêkir. Me ev li nexweşxaneya xwe çêkir û qismek be jî rê li ber dilopikên ser zarokan daynin, digirin."
Prof. Dr. Ustunê destnîşan kir ku kesên bi wan ra şewba Kovîd-19ê hene û haya wan jê tuneye jî hene û got ku dibe hin dayik jî di heman halî da bin û wiha dewam kir: "Bi saya van rûberkan em sebiyên nû hatine dinyayê diparêzin."
DayIkên li nexweşxaneyê ne jî ji vê sepandinê razî ne û dibêjin ku mala kesên din vê xebatê da keda wan heye ava be.
AA