Ji bo sebra wê were çûk xwestibû

Koma Wefayê ji Efîfe xanimê re 2 çivîkên mihebetê anîn

Ji bo sebra wê were çûk xwestibû

Efîfe Ozcana 50 salî li Batmanê dijî û di van rojên koronayê de dernekeve derve. wê, ji bo ku sebra xwe pê bîne çûk xwestibûn. koma wefayê, ji efîfe xanimê re 2 çivîkên mihebetê anîn.

Di van rojên teng û zehmet de, xebatên koma Wefayê bi şev û roj didomin.

Efîfe Ozcan, li taxa Hizûrê ya Batmanê, bi tena sere xwe dijî.

Ew di van rojên koronayê di ji male dernekeve. Efîfe xanimê, ji bo sebra xwe pê bîne, daxwaza çivîkan kiribû.

Li ser vê daxwazê, Koma Piştgiriyê ya Wefayê ji xanimê re 2 çivîkên mihebetê anîn.

Bi vê diyariyê kêfa Efîfe xanimê gelek xweş bû

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE