Ji bo şexsan maskeyên taybet çêdikin

Jinên Diyarbakirê ji bo şexsan maskeyên taybet çêdikin...

Ji bo şexsan maskeyên taybet çêdikin

Maske êdî perçeyekî jiyana me ye. Lewra maske hefza me ji şewba koronayê dike. Jinên Diyarbekirê ji bo di nav civakê de bikaranîna maskeyan bidin hezkirin ji bo şexsan maskeyên taybet çêdikin.

Êdî hûn dikarin li gor cil û bergên xwe maskeyên xwe jî hilbijêrin.

Di atolyeya Ensîtuya Gihandina Hosteyan a Diyarbekirê de ji bo zarok, jin, mêr, bûk û zavayan maskeyên taybet tên çêkirin.

Ji bo şewba vîrûsa koronayê di nav gel de belav nebe li gelek bajaran maske mecbûrî ye. Divê êdî li derve maskeya mirov her tim li bal mirov be.

Midûra Enstîtuya Gihandinê Ayşe Adıgüzel got, “Gel dema maskeyan bi kar tînin aciz dibin, ji bo em wan ji vê rewşê xelas bikin em ji bo şexsan maskeyên bi dilê wan û taybet çêdikin. Êdî gelek kes ne ji bo ku mecbûrî ye, bi kêf maskeyên taybet bi kar tînin. Xwedê hez bike bi saya tevdîran em ê ji vê nexweşiyê xelas bibin.”

Jin bi dirûşmeya "tu xeyal bike em çêkin" derketin rê û li gor siparîşan maskeyan çêdikin.

Bihayê maskeyên ku bi motîvên rengîn tên çêkirin di navbera 5 û 30 lîreyî de diguhere.

Li seranserê welêt gel ser hesabên medyaya civakî û bi têlefonê sparîşên maskeyên taybet didin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE