Ji bo wî karê herî baş meşvanî ye

Him li zanîngehê dixwîne, him jî meşvaniyê dike...

Ji bo wî karê herî baş meşvanî ye

Xwendekarê zanîngehê Jiyan Qizilddax bi sermiyanekî biçûk dest bi meşvaniyê kir. Ew niha salane 500 kîlo hingiv difroşe.

Jiyan Qizildax di zanîngeha İbrahim Çeçen a Agiriyê de, Beşa Karsaziyê dixwîne.

Lê ciwanê Agiriyî ligel xwendina xwe, meşvaniyê jî dike.

Jiyan li Navenda Perwerdeya Gel çûye kursa meşvaniyê.

Gelek ji wî karî hez kiriye û ligel dersên xwe, dest bi xwedîkirina meşan kiriye.

Qizildax got ‘’Piştî ku min kurs qedand, ji bo ku vî karî baş hîn bibim çûm cem hevalekî xwe. Bi wî re xebitîm. Piştî salekê jî min meşên xwe standin û dest bi karê xwe kir. Niha min kewarên xwe danîne quntara çiyê, li 2 hezar metro bilindiyê..”

Ciwanê jêhatî bi 15 kewaran dest bi vî karî kiriye û niha 100 kewarên wî hene.

Her sal jî herî kêm 500 kîlo hingiv difroşe. Ew dixwaze ku bi dîplomaya xwe, di beşa meşvaniyê de bibe pispor.

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE