Ji ber vîrûsa koronayê hinek xebatkarên tenduristiyê ev 2 meh in neçûne bal malbata xwe. Di eydê de jî ji mala xwe dûr in û bi telefonê cejna hevdu pîroz dikin.
Li Bilîsê xebakarên tenduristiyê yên pêşengên têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê ji malên xwe dûr in.
Lê dûrbûn ji bo wan ne pirsgirêk e.
Xebatkarên tenduristiyê bi telefonê eyda malbata xwe pîroz dikin.
Hemû bar li ser milê wan e û karê wan gelek zehmet e. Di îdê de jî bangî gel dikin û dibêjin ji malê dernekevin.
Niha li hêviyê ne dawî li vîrûsa koronayê were û ew jî karibin vegerin mala xwe bal malbata xwe.
Li tevahiya Tirkiyeyê jî rewş wisa ye.
Gelek xebatkarên tenduristiyê ji bo tevdîrê û ji ber nobetan nikarin herin bal malbata xwe.