Ji bo welatiyên ku bangewaziya "Li malê bimîne" tînin cih ekîb seferber bûn

Di çarçoveya tedbîrên vîrusa koronayê (Kovîd-19) da "Komên Wefayê yên Alîkariya Civakî" daxwazên bi hezaran kesên 65 salî û yên jê jortir û herwiha yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene anîn cih û kêfa wan anîn cih

Ji bo welatiyên ku bangewaziya "Li malê bimîne" tînin cih ekîb seferber bûn

Di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da "Komên Wefayê yên Alîkariya Civakî" yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê daxwazên bi hezaran kesên 65 salî û yên jê jortir û herwiha yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene anîn cih û kêfa wan anîn cih.

Bi giştînameya Wezareta Karên Navxweyî va ji bo welatiyên ku ji wan tê xwestin ji malê dernekevin li navçe û parêzgehan "Komên Wefayê yên Alîkariya Civakî" hatin avakirin û niha jî ev kom daxwaza welatiyên ku li xetên 112, 155 û 156 digerin, dinirxînin.

Ekîbên ku bersivê didin welatiyên ku ji malê dernakevin, pêwîstiyên kesên 65 salî û yên jê jortir û herwiha yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene yên wekî xida, derman û yên mayîn tînin cih.

- Li Diyarbekirê ji bo 2 hezar û 621 welatiyan alîkarî

Waliyê Diyarbekirê Hasan Basri Guzeloglu diyar kir ku ew di dabînkirina pêwîstiyên kesên 65 salî û yên jê jortir û herwiha yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene da berdewam in û wiha got:

"Komên me yên Alîkariya Civakî yên Wefayê yên ku bi pêşengtiya Walîtiya me hatin avakirin, ji 22yê adarê vir va bersiv dan daxwazên 2 hezar û 621 welatiyên me."

- Siirt

Waliyê Siirtê Ali Fuat Atik jî diyar kir ku xebatên "Komên Wefayê yên Alîkariya Civakî" bênavber didomin.

Atik diyar kir ku ew di çarçoveya sînordarkirina derketina derva da dabînkirina pêwîstiyên welatiyan didomînin û wiha dewam kir, "Li navenda parêzgehê û navçeyên me, me pêwîstiyên 238 welatiyên me dabîn kirin. Em bi lez û bez xwe bi welatiyan ra digihînin. Ji xeynî van em ji ser Weqfa Alîkarî û Hevkariya Civakî ra alîkariya xida û paqijiyê didin welatiyên me yên di ser 65 saliyê da."

Atîk destnîşan kir ku divê meriv guh bide tevdîrên ku wezaret û walîtiyan hildaye.

Asliye Tarlaka 71 salî li taxa Nû (Yenî) bi zarokeke xwe ya astengdar ra dijî. Ekîban daxwaza xidayê ya Tarlakê bi cih anî. Midûrê Bajêr ê Malbat, Xebat û Xizmetên Ciwakî Gokhan Marakçi û ekîb çûn mala pîrejinê û alîkariya wê ya xidayê dayê.

Tarlakê spasiya kesên ku ked û emega wan di vê xizmetê da heye kir û wiha got: "Xwedê zewalê nede dewlet û miletê me."

- Şırnak

Cîgirê Şaredarê Şırnakê Îhsan Goren jî got ku ew di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê da wek şaredarî xebatan dikin.

Goren got, "Ekîbên me li Şırnakê pêdiviyên kal û pîrên 65 û jortirî 65 salî û kesên ku nexweşiya wan a kronîk heye, peyda kirin." û daxuyand ku rojê nêzî 15 têlefonan ji wan ra tê, ew li gor navnîşanan ekîban dişînin.

Goren wiha got: "Welatiyên me ji me ra dia dikin. Ev ji bo me piştgiriya herî mezin e. Ji bo ku em xizmeta herî baş ji wan ra bikin, çi ji destê me tê, em ê bikin."
Ahmet Yagmurê ku li taxa Dîcleyê dijî, pêdiviyên wî ji hatin bicihanîn. Yagmur wiha got: "Xwedê zewalê nede dewleta me. Em ji dewleta xwe razî ne."

- Bingöl

Walîtiya Bingölê jî pêdiviyên kal û pîrên 65 û jortirî 65 salî û kesên ku nexweşiya wan a kronîk heye, peyda dike.

Bi serokatiya Walî Kadîr Ekîncî Koma Desteka Civakî ya Wefayê hat avakirin û kom şev û roj alîkariya welatiyên ku nikarin derkevin derva.
Wezîfedarên Fermandariya Cendirmeya Bajêr, Midûriya Emniyeta Bajêr, Şaredariya Bingölê, Heyva Sor û AFADê û dildar pêdiviyên mecbûrî yên welatiyan dibin malên wan.
Kontrola tenduristiyê ya kal û pîran, paqijî û hewcedariyên wan li malê tê kirin.

Li bajêr 714 kesan telefonê xetên 112, 155 û 156an kirin û behsa pêdiviyên xwe kirin.

Xebatkarên Koma Piştgiriyê ya Civakî ya Wefayê pêdiviyên wan peyda kirin û gihandin welatiyan.

- Elazığ

Li Elazığê jî hin kesan telefonê xetên 112, 155 û 156an kirin û alîkarî xwestin.

Ekîb gund bi gund digerin ji bo hewcedariyên welatiyan bigîhinin wan, bidilsozî dixebitin.

Xebatkarên Koma Piştgiriyê ya Civakî ya Wefayê pêdviyên 4 hezar û 909 malbatan peyda kirin û gihandin wan.

- Mardin

Li Mardinê polêsan pêdiviyên 350 kal û pîran peyda kirin û dane wan.

Li bin banê Midûriya Ewlehiya Bajêr 77 tîmên ji 173 kesan pêk tên ji bo alîkariya welatiyan bikin dixebitin.

Tîmên ewkehiyê yên girêdayî Koma Kordînasyona Vefayê ne hişyariyê didin welatiyên temenê wan ji 65an mezintir e ku ew ji malê dernekevin.

Tîman hişyarî dan 518 welatiyan û ew şandin malên wan. Hewcedariya xwarin û tendurisriyê ya 359 welatiyan jî peyda kirin û dan wan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE