Ji bo wêneyên zewacê diçin cihên dîrokî

Ciwan fotografên xwe yên dawetê li koşkên Midyatê digirin.

Ji bo wêneyên zewacê diçin cihên dîrokî

Ciwanên li ber zewacê, dixwazin demên xwe yên taybet bi wêneyên rengîn bixin albûman, ji bo vê jî an diçin cihên dîrokî an jî cihên bi dar û ber. Werin em berê xwe bidin Mîdyada Mêrdînê û li kelecana bûk û zavayan temaşe bikin.

Berê wêneyên zewacê li studyoyayan dihatin kişandin. Lê ew dem borî…

Niha ciwanên ber zewacê, ji bo wêneyên xwe yên dawetê, berê xwe didin cihên dîrokî.

Hin ji wan bi cil û bergên şîraniyê…Hin jî bi bukaniyan…

Ev der jî Midyada Mêrdînê ye ku bi koşk û avahiyên xwe yên dîrokî navdar e.

Bûk û zava ji bo wêneyên herî xweşik pozan didin wênekêş.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE