7 çiyagerên îdirî bi boneya 107emîn Salvegera Hereketa Qamûşanê, di çarçoveya çalakiyan de hilkişiyan qizildaxê. li ser çiyê ji bo xatirê şehîdan rêz girtin û sirûda neteweyî xwendin.
Ji nav zinarên asê re derbas bûn.
Rêwîtiyeke bi zor û zehmet temam kirin.
7 çiyagerên Îdirî di 107 salvegera Hereketa Qamûşanê de hilkişiyan Çiyayê Qizildaxê.
Çiyager bi boneya salvegera hereketê û di çarçoveya çalakiyên salvegerê de derketin çiyê.
Li ser lûtkeya çiyê ji bo xatirê şehîdan rêz girtin.
Sirûda neteweyî xwendin û ala vekirin.
Çiyayê Qizildaxê li ber sînorê Tirkiye û Ermenistanê ye û bi meşa nêzî 4 saetî mirov dikare derkeve.