Ev 9 sal in li Suriyeyê şerekî dijwar heye. Bi 10 hezaran kes mirin û bi milyonan mirov jî mexdûr bûn. Li Türkiyeyê, ji roja ewil heya niha gel piştgirî û alîkariya mihaciran kir. Vê carê jî xêrxwazên li Muşê ji bo xwişk û birayên xwe yên Suriyeyî kom bûn.
Li Muşê xêrxwaz, bi hevkariya şaredariyê ji bo mexdûrên şerê li Suriyeyê kom bûn.
10 saziyên sivîl bi bi navê “sifreya biratiyê” bernamekeye taştê li dar xist.
Gelek kes hatin, wan bi hev re taştê xwar û ji bo mexdûran xêra xwe kir.
Çalakvanan bi alîkariya ku kom kirin TIReke tijî xurek û malzeme şandin Suriyeyê.