Karsaz Cemil Avci dê li gundê xwe yê li bêgirê ji bo xêra xwe dibistanekê bide çêkirin. Xêrxwazê wanî bi midûriyeta perwerdeyê re protokol îmze kir û wê navê dê û bavê xwe bide dibistanê.
Xêrxwazê Wanî Cemil Avci dê li ser axa bav û kalên xwe, li Bêgira Wanê dibistanekê bide çêkirin.
Cemil Avci ji bo kar û barên fermî li Midûriya Perwerdeyê bû.
Ewilî di navbera saziyê û xêrxwaz de protokol hat îmzekirin.
Waliyê Wanê Murat Zorluoğlu ji bo dibistana ku wê bê avakirin sipasî Cemil Avci kir.
Waliyê Vanê Murat Zorluoğlu :“ Xêrxwaz Cemil Avci dê li navçeya me ya Muradiyê dibistanekê bide çêkirin. Piştî her tişt qediya ew ê dibistanê dewrî Midûriyeta Perwredeyê bike. Ez li hafa we sipasî wî dikim.
Dema dibistan qediya xêrxwaz dê navê dê û bavê xwe bide dibistanê.