Ji bo xwe bigîhînin Gola Gerendalê 7 kîlomêtro meşiyan

Ji bo xwe bigîhînin Gola Gerendalê 7 kîlomêtro meşiyan

Gola Gerendalê ya di navbera gundê Şabanê ya Bîngolê û gundê Buyukçaltiya li ser Paluya navçeya Elezîzê da ye mazuvaniya siruşhezan dike.

Kesên tên herêmê piştî rêwîtiyeke du saet û nîvan ya 7 kîlomêtroyan dikşîne xwe digîhînin Gola Gerendalê.

- "Rêwîtiyeke zehmet bû"

Kulûba Çiyageriyê ya Rûyê Bakur ji bo nasandina golê ger û çalakiyan li dar dixe ku yên ji dervayî bajêr tên bikaribin vê siruşta xweş bibînin.

Serokê Kulûbê Ramazan Kuçukhazar ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand berfa dihele ava golê geştir dike, ev gola xweş ji hêla ziyaretvanên ji dervayî bajêr tên va tê ziyaretkirin.

Kuçukhazar got ew komên ji 10 kesan pêk tên va çalakiyên gerê li dar dixin û wiha axivî: "Hevalên me bi salane bi pisporî li siruştê dimeşin, lê yên bi amator jî dikarin werin. Piştî meşeke 7 kîlomêtroyan em gihîştin vê derê. Rêwîtiyeke zehmet bû, lê ber ket. Ez dixwazim hemû siruşhez vê derê miheqeq bibînin. Ez pasiya hevalên me yên beşdarî meşê bûn dikim."

- "Me goleke nûwaze dît"

Şerife Bektaşa ji Diyarbekirê tê jî got rêwîtiyeke zemhet lê bikêf bû û wiha axivî: "Me goleke nûwaze dît. Em benda hemû kesên wê dest bi werzişên çiyayî bikin û siruşthezan in. Ji bo vê çalakiyê spas dikim."

Onur Keskînê hîndekarê Zanîngeha Bîngolê jî got cara ewil e ew tê dîtina golê û wiha dewam kir: "Ez dixwazim hemû siruşthez bên vê derê bibînin."

Kerem Emre Kuçukhazarê 9 salî yê bi bavê xwe ra hatiye jî got hilkişîna vê derê zehmet e û wiha axivî: "Lê dîsa jî ez ji hevalên xwe yên di temenê min da ne ra dibêjim bila li ber komputerê rûnenin bên van deran bibînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE