Ji bo xwe diçînin û radikin

Li Mûşê ji bo xwendekarên taybet serayek hat çêkirin û ew bi xwe tiştan diçînin.

Ji bo xwe diçînin û radikin

Li Mûşê di mekteba Perwerdeya Taybet a Alî Kuşçu de ji bo xwendekarên taybet serayek hat avakirin. Di vê serayê de hemû xwendekar bi xwe dixebitin û ji bo xwe diçînin û radikin. Berê kamerayên me, li nava seraya xwendekaran e.

Dikolin… Diçînin… Û av didin…

Wê paşê jî rakin û bibin li ser sifreya xwe…

Mekteba taybet a Alî Kuşçu ya li Mûşê ji bo 35 xwendekarên xwe serayeke taybet ava kir.

Xwendekarên taybet bi axê ve mijûl dibin. Bi vî awayî him stresa xwe diavêjin him jî rehabîlîte dibin.

Xwendekar bi destê xwe diçînin û ji bo baxçeyê xwe kar dikin

Dema wextê wê hat, di seraya taybet de wê binerdik, garis, firingî, îsot, bexdenus û roka bên rakirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE