Ji bo zarokên li Harranê qada "Survivor"ê

Şaredariya Harranê jî ji bo ku zarok di qadeke çêtir, baştir û profesyoneltir da bikaribin bileyîzin ji bo wan wê qada Survivorê ya ava kirine bi profesyonelî ava bike û xebatên bi vê armancê jî dest pê kirin.

Ji bo zarokên li Harranê qada "Survivor"ê

Zarokên Harranî yên ku di têlevizyonê da li bernameya pêşbaziyê ya bi navê "Survivor"ê temaşe kirin û xwestin bi wî hawî bileyîzin bi derfetên xwe ji xwe ra qada Survivorê ava kirin û xebata wan bala Şaredariya Harranê kişand.

Şaredariya Harranê jî ji bo ku zarok di qadeke çêtir, baştir û profesyoneltir da bikaribin bileyîzin ji bo wan wê qada Survivorê ya ava kirine bi profesyonelî ava bike û xebatên bi vê armancê jî dest pê kirin.

Şaredarê Harranê Mahmut Ozyavuz piştî ku wê qada zarokan li gundê Yedîkardêşê ji xwe ra avakirinbûn û di medyaya civakî da belav bû dît, biryar da ku bila li wê derê parkureke profesyoneltir bê çêkirin û ji bo vê jî telîmat da.

Şaredar Ozyavuz bi mamoste Alî Çeçenê ku pêşengiya zarokan kir û tevlî wJi bo zarokên li Heranê qada "Survivor"ê bi profesyonelî tê amadekirinan ew qad avakir ra hat bal hev û paşê jî berê ekîbên şaredariyê da gund.

Ekîba şaredariyê ya çû gund plan û projeyên xwe amade kirin.

Koordînatorê Şaredariya Harranê Ahmet Koseyê ku hatibû gund li zarokên di parkura gorî derfetên xwe ava kiribûn û ketibûn pêşbaziyê mêze kir û hin diyarî li wan belavkir.

Kose got ku qada pêşbaziyê ya zarokan ava kiriye bala bi hezaran kesî kişand û wan jî biryar da ku bo zarokan cihekî çêtir û baştir li gund ava bikin.

"Gelek kesan têlefon kir û pê ra eleqedar bûn"

Mamosteyê Bedebparêziyê Alî Çeçenê ku pêşengiya zarokan kir û mirazê wan bi cî anî jî got ku piştî dîmenên wan ji ser medyaya civakî belav bû gelek kesan têlefonê wan kirin û bi wan ra eleqedar bûn.

Çeçen destnîşan kir ku ew ji ber vê xebata ku wê bê kirin ra ji Şaredariya Harranê û rêvebirên wê ra spas dikin û ji ber vê jî gelek kêfxweş in.

Zarokên li gund ku di vê qada pêşbaziyê da wextê xwe derbas dikirin û şa dibûn jî piştî ku hîn bûn wê ji bo qan qada "Survivor"ê ya bi profesyoneltir bê avakirin gelek şa bûn.

Ji zarokan Halîme û Mustafa Çeçen û Zehra Çarbogayê gotin ku wan texmîn nedikir wê ev qada ava kirine ewqas rastî eleqeyê bê û diyar kirin ku ew ji ber eleqedarbûn û xeberên avakirina qada Survivorê gelek şa bûn û baskê wan tuneye ku bifirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE