TIRa pêlîstok û kincên zivistanê barkirî ku ji hêla Şaredariya Beyogluyê û Federasyona Lîstikên Zarokan û Kulubên Werzişê ji bo zarokên li herêmên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin berhevkirin, bi rê ket.
Qaymeqamê Beyogluyê Mustafa Demirelli ku di merasima li ber avahiya Şaredariya Beyogluyê da axivî, diyar kir ku organîzasyon, pir xweşik hatiye fikirîn û amadekirin.
Demirelli bal kişand ku ew yek girîng e, diyarî bigihêjin zarokan û her wisa sipasiya kedkarên organîzasyonê kir.
Şaredarê Beyogluyê Haydar Ali Yildiz diyar kir ku TIR dê 15 rojan li 14 parêzgehan bigere û wiha dewam kir, "Dê zarokan hem menewî germ bikin û hem jî dê pêwîstiyên wan ên zivistanê dabîn bikin. Her wisa di TIRan da çîçik jî hene ku dê zarok pê kêfxweş bin. Ez sipasiya sazî û xêrxwazên ku alîkarî dan, dikim."
Serokê Federasyona Lîstikên Zarokan û Kulubên Werzişê Mehmet Mutlu jî diyar kir, TIRa Diyarîbarkirî dê li 14 parêzgehan bigere û wiha got, "Em zehf kêfxweş in. Lewma em dixwazin zarokên ku dê diyarî bigihîjin wan jî kêfxweş bibin."
Piştî axaftinan, TIRa pêlîstok û kincên zivistanê barkirî ji ber avahiya şaredariyê hat birêkirin.AA