Zarokên losemî nikarın bi pêlîstokên plastîk bilîzın. Xwendekarên Midyadî jî ji bo zarokên losemî, ji textik û potikan pêlîstok çêkirin û ji wan re şandin.
Pêlistokên cur bi cur çêkirin…Hemû jî ji text û potikan in.
Xwendekarên Midyadî ji bo zarokên ku bi wan re nexweşîna Losemiyê heye, pêlistok çêkirin.
Lewra zarokên losemî nikarin bi tiştên plastîk bilîzin.
Xwendekaran 150 pêlistok ji Weqfa LOSEVê ya Stenbolê re şandin da ku bigihînin zarokên nexweş.
Zarokan dilbirehm gotin: “Pêlistokan çêkin û bişînin ji zarokên Losemî re.”