Ji bo zivistanê haziriyên dawî dikin

Bi makînayê ve di demekê kin de bi kîloyan şehriye dibirin...

Ji bo zivistanê haziriyên dawî dikin

Ew xeml û tehma şîvan e. Şehriye ji bo her mitbaxê ji xurekên sereke ye.

Ev der gundê Eşmê yê Kızıltepeya Mardinê ye.

Van rojan makîneyên şehriyeyê bênavber dixebitin lewra vêga wextê çêkirina şehriyeyan e.

Pêvajoya çêkirina şehriyeyan li zeviyan dest pê dike.

Genimê ku ji zeviyan tê rakirin ewilî li êş tê hêrandin û arvanê herêmê yê bitahm tê ber wan.

Ev makîneya taybet ji binxetê anînê.

Bi vê makînê çêkirina şehriyeyan hêsantir bûye; lê li ber tavê dişixulin û karê wan pir zehmet e.

Hevîrê hatiye birîn ewilî li ber tavê hîşk dikin û di tendûreke taybet de diqelînin.

Li herêmê jin şehriyeyên ku çêdikin dixin nav savarê û wisa vedişêrin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE