Ji bona debarê di çêkirina îsotan da dixebitin

Li Şanliurfayê jinên ku di çêkirina îsotan da dixebitin her çiqas ji ber tûjiya îsotan destê wan bişewite jî ji bona debarê dixebitin

Ji bona debarê di çêkirina îsotan da dixebitin

Li Şanliurfayê jinên ku di çêkirina îsotan da dixebitin her çiqas ji ber tûjiya îsotan destê wan bişewite jî ji bona debarê dixebitin.

Li Taxa Sirrinê ya navçeya Xelîliyeyê jinên di çêkirina îsotan da dixebitin bi destê sibehê dest bi kar dikin û îsotên bi destan hûr dikin li makîneyê dixin û ji bona hişk bibin li ber tavê radixin.

Jinên di çêkirina îsotan da dixebitin sibehê di saet 06.00an da dest bi kar dikin û heta saet 19.00an dixebitin û li gor îsotên paqij dikin yewmiyeyê distînin.

Ferîde Polata di çêkirina îsotan da dixebite daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir li gor rewşê rojê 50 lireyî qezenc dikin û wiha axivî: "Ez li vir ji bona alîkariyê bidin malbatê dixebitim. Karê me 4-5 mehan dewam dike. Hewa germ be karê me baş e, lê wexta baran bibare ji bona me zehmet e. Ev karekî zor e, lê em ji mecbûrî dikin. Mêrê min li înşeatê dixebite û ez jî li vir dixebitim. Tevî zarokên xwe li vir dixebitim."

Emîne Polata heman karî dike diyar kir qederê 25 sal e di karê îsotan da dişixule û wiha peyivî: "Em ber destê sibehê dest bi kar dikin. Her kes serê telîsên îsotan dixebite. Çiqas telîs bên çêkirin gorî wî pere didin. Rojane em 50 lireyî qezenc dikin. Li Şanliurfayê ji tûjiyê hez dikin û em jî ji karê xwe hez dikin."

Serokê Kooperatîfa Hilberînerên Îsotan ya Şanliurfayê (ŞÎKOP) Bekir Polat destnîşan kir hilberîna îsotan ji ber ku mehên zivistanê zêde kişand û baran hebû îsal gorî sala berê kêm bûye û got ku kêmbûna îsotan tesîrê li bihayên îsotan jî dike û wiha xeberda: "Îsal gorî par bihayê îsotan zêde bûye. Îsotên ku ji zeviyê tên komkirin tînin vir û jin bi destan hûr dikin û li makîneyê dixin û hişk dikin. Li Şanliurfayê di mehên ku tav zêde ye îsotan tên çêkirin. Em îsotan hazir dikin û ji yên dixwazin ra dişînin."

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE