Li Herêmên kurdnişîn di nava rojê de derbarê hişyariyên şewba koronayê de anonsên kurmancî, zazakî û tirkî tên dayîn. herweha jendermeya diyarbekirê jî ji bo kal û pîrên ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye, bi kurdî xizmetê ji wan re dike û hewcedariyên wan dibe ber deriyên wan.
Ji bo welatî xwe ji koronayê biparêzin saziyên dewletê derfetan pêşkêşî welatiyan dikin.
Hêzên ewlekariyê her roj ji bo welatiyan; derbarê şewbê de hişyariyan belav dikin û anonsên bi kurmancî, zazakî û tirkî didin.
Welatiyên hewcedar, kal û pîrên ku emrê wan ji 65 salî zêdetir e û nikarin derkevin derve, jenderme destên xwe dirêjî wan dike. Jendermeya gundê Qirxaliyê pêşî ji ser telefonê lazimiyê kal û pîran werdigre û paşê van lazimiyên wan bi wesayîtên xwe dibe ber deriyên kal û pîran.
Herweha Jenderme jî li herêmên Kurdnişîn ji bo kal û pîrên me yên ku bi tirkî nizanin xizmeta bi Kurdî didomîne.
Li Diyarbekirê jenderme li herêmên gundewarî hem bi tirkî û hem jî bi kurdî vê xizmeta xwe didomîne, welatî jî ji vê xizmeta jendermeyê gelekî kêfxweş in.
Heya ku pêwistî û xetere berdewam bike dê jenderme ji bilî ewlehiya welatiyan xizmetên bi vî rengî bidomîne.