Ji Çînê hatin serdana gora Mem û Zînê

Malbata Çînî salvegera xwe ya zewacê li ser Gora Mem û Zînê pîroz kir

Ji Çînê hatin serdana gora Mem û Zînê

Malbata Çînî, bi salan li ser çîroka Mem û Zînê lêkolîn kiribûn. Ji ber vê salvegera xwe ya zewacê li ser gora Mem û Zînê pîroz kirin.

Çîroka mem û zînê di tarîxa kurdan de yek ji wan destanên herî bi nav û deng e.

Loma gora wan aşiqan gelekî tê meraqkirin. cihê gorê cihekî qedîm û dîrokî ye û ji navwelêt û derwelêt gelek kes tên serdanê.

Vê carê jî mêvanên Mem û Zînê ji Çînê bûn…

Malbata Çînî bi salan e ku li ser Mem û Zînê lêkolînê dike… Ji çînê bi rê ketin û hatin bajarê Cizîra Botan.

270 bendên Mem û Zînê yên ku wergerandine zimanê Çînî li kuçe û kolanên Cizîrê xwendin.

Jin û mêrê biyanî salvegera zewaca xwe jî li ser Gora Mem û Zînê pîroz kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE