Navenda Ciwanan a Agiriyê ji tiştên hatine avêtin çopê li dibistana gund pirtûkxaneyek ava kir. Xwendekarên bıçûk di vê pirtûkxaneya rengîn de wê êdî bikarin pirtûk bixwînin.
Qaseyên fêkî û zebzeyan, meqereyên kabloyan, tekerên erebeyan..
Keç û xortên Navenda Ciwanan a Agiriyê bi van amûrên bermayî li Dibistana Seretayî ya Gundê Girekorê pirtûkxaneyek ava kir.
Ciwanan odeya ku ji bo pirtûkxaneyê hatibû veqetandin, boyax kirin, bi neqşên rengîn xemilandin.
Her wiha gelek pirtûkên nû diyarî xwendekarên biçûk kirin.