Ji darên kevotê kevçiyan çêdike

Kevçiyên ku çêdike xêra xwe li xelkê belav dike...

Ji darên kevotê kevçiyan çêdike

Ji darên kevotê kevciyan çêdike û xêra xwe belav dike. Hîkmet Yeşilê ku li Tirmeta Tîla Mûşê dijî ji bo berdewamiya meslekê kalê xwe 2 sal in ji darên kevotê kevçiyan çêdike. Yeşil, kevçiyên ku çêdike ji bo xêrê li derdora xwe belav dike.

Bi baldarî û hesasiyeteke mezin dar û textikan teraş dike û ji wan kevçiyan çêdike.

Hikmet Yeşil ku li Tirmeta Tîla Mûşê dijî, ji bo berdewamiya meslekê kalê xwe 2 sal in ji dar û textikan kevçiyan çêdike.

Bi taybetî jî kevçiyên ku ji darên Kevotê çêdike him bi tenduristbûna xwe him bi sexlembûn û xweşikbûna xwe gelek balê dikişînin.

Hîkmet Yeşîl kevçiyên ku çêdike him ji bo xêra xwe him jî ji bo xêra bav û kalê xwe li gundên derdorê û li nas û dostan belav dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE