Ji Deşta Mûşê ji bo aboriyê piştgiriya "şîrîn"

Li Mûşê îsal tê hedefkirin ku ji silkên ku ji 57 donim eraziyê bên berhevkirin û bibin fabrîqeyê 42 hezar û 525 ton şekir bê çêkirin

Ji Deşta Mûşê ji bo aboriyê piştgiriya "şîrîn"

Li Mûşê îsal tê hedefkirin ku ji 333 hezar û 580 ton silkên ku dê ji zeviyan bê berhevkirin û bibin fabrîqeyê 42 hezar û 525 ton şekir bê çêkirin.

Li Mûşa ku qismeke girîng a hewcehiya şekir a Tirkiyeyê jê tê pêkanîn li ser 57 donim eraziyê silk hat çandin.

Silkên ku li Deşta Mûşê li ser eraziyên bi ber û bereket hat çandin ji hêla karkerên çandiniyê yên ku ji bajarên li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin va tên gihandin.

Karker piştî pêvajoya gihandinê ya biqasî 5 mehan pincaran derdixînin û dibin Fabrîqeya Şekir a Mûşê û wir pincar tên şûştin.

Piştî ku ax û heriya pincaran hat paqijkirin wan hildidin sîloyan û bi bi saya qenalê digihînin fabrîqeyê û dîsa bi ava bi tazyî tên şûştin.

Pincar li fabrîqeyê ji merhaleyên wekî qeşartin, birîn, rindekirin, kelandin û presê derbas dibin û herî di germahiya zêde da ji fîltreyên şerbetê tê derbaskirin û di germahiyeke diyar da dikin krîstal û dibe şekir.

Li bajêr di çarçoveya banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a wekî "bila bostekî erda neçandî nemîne" li gor par bêtir çandinî hat kirin û tê hedefkirin ku 42 hezar û 525 ton şekir bê hilberîn û piştgiriyeke mezin bidin aboriya welêt.

- Li 57 hezar donim eraziyê silk hat çandin

Midûrê Fabrîqeya Şekir a Mûşê Turgut Kizilkaya daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku xebata li Deşta Mûşê ya cotkarên silkê dest pê kir.

Kizilkaya diyar kir ku wek fabrîqe ji bo ku hilberîna silkê ya li herêmê zêde bikin bi bedêlên guncav ji bo cotkaran tov û gubre peyda dikin û got îsal li bendê ne ku di hilberînê da zêdebûneke girîng çêbe.

Kizilkaya ragihand ku ji cotmehê pê va dê dest bi kirînê bikin û wiha axivî:

"Li bajêr 1480 cotkarên me li eraziyê 57 donimî çandinî kir. Em li bendê ne ku 333 hezar û 580 ton silk derkeve. Plan dikin ku li Fabrîqeya xwe 42 hezar û 525 ton şekir, 13 hezar ton melas û 90 ton jî kusbe derxînin. Bi silqê hatiye teahûdkirin ra dê 140 milyon lire bikeve bêrîka cotkarên me. Hedefa me ew e ku em bi tevahî 400 milyon lire qezenc bikin û li aboriya welêt zêde bikin. Cotkarên me di cotmehê da zeviyên xwe amade dikin. Em jî piştgiriya tov, gubre, avdanî û jêkirinê didin wan. Em her dem li gel cotkarên xwe ne."

Hilberînerê silkan Erdal Durmuş jî destnîşan kir ku yek ji çavkaniyên debarê yên herî girîng ên herêmê çandiniya silkan e û got ku "Min îsal 43 donim silk çandin. Ez ê silkên ku min 5 mehan gihandin teslîmê fabrîqeyê bikim û pereyê wî bistînim. Dahata me ya herî mezin silk e. Înşeallah heyameke bi ber û bereket be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE