Bi saya Midûriya Spor û Ciwaniyê ya Iğdırê xeyala du hevalên astengdar pêk hat. Ew beriya niha bi bisîklêta xwe ya normal digeriyan. Midûriyetê ji wan re bisîkleteke tandem diyarî kir. Niha her du heval bi awayekî azad û li gorî dilê xwe digerin.
Nusret Açık ji çavê xwe û Abidin Toyran jî ji bedena xwe astengdar e.
Ew her du beriya niha bi bisiklêta xwe ya normal digeriyan lê hinekî zehmetî dikşandin.
Bi saya Midûriya Spor û Ciwaniyê ya Iğdırê xeyala her du hevalan bi cî hat.
Midûriyetê ji bo xortên astengdar bisîklêteke taybet ya bi navê ‘tandem’ diyarî kir.
Midûrê Spor û Ciwaniyê yê Iğdırê Gökhan Yavaşer jî got, “ji bo ku em bûn wesîleya vê xêrê em kêfxweş in.”
Niha her du ciwan jî bisîklêta taybet ya tandemê diajon û li gorî kêfa xwe digerin.