Ji jinên werzişvan peyama 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê

Werzişvanên jin ên neteweyî ku di branşên xwe da di organîzasyonên neteweyî û navneteweyî da serkeftin bi dest xistin, di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê da peyama "Jin dikarin di hemû qadan da serkeftî bin" dan.

Ji jinên werzişvan peyama 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê

Werzişvan Mizgîn Ay, Ekaterina Atalik, Serap Ozçelik Arapoglu, Îlke Ozyuksel, Deniz Selin Ustundag, Fatma Zehra Kose, Aylin Çakir û Nisanur Erbil ku di warên xwe serkeftinên girîng bi dest xistine, bal kişandin ser wê yekê ku ji dikarin hemû hedefên xwe pêk bînin û bigihîjin armancên xwe.

Peyamên werzişvanên jin ev in:

Mizgîn Ay (Atleta neteweyî ya şampiyona stêrkan a cihanî): "Berî her tiştî divê mirov zehf bixebite. Ez bi ser ketim. Hûn jî dikarin bi ser bikevin. 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pîroz be."

Ekaterina Atalik (Kişikvana neteweyî ya şampiyona Ewropayê): "Roja me ya jinan pîroz be, qet ji bîr nekin ku li paş her mêrekî serkeftî, jineke jîr û serkeftî heye."

Îlke Ozyuksel (Pentatleta nûjen a neteweyî ku 7 rekorên wê yên cihanî hene): "Bi wê hêviyê ku jinên me di civak û werzişê da bêtir rolê werbigirin... 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pîroz be."

Tîma Neteweyî ya Jinan a Şûr (Deniz Selin Ustundag, Fatma Zehra Kose, Aylin Çakir, Nisanur Erbil): "Gava jin bixwaze dikare di her warî da bi ser bikeve. 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê ya me pîroz be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE