Ji kelekela germê aciz dibin û tên Taşkopruyê

Taşkopruya dîrokî ya li Diyarbekirê ji welatiyên ji ber kelekela hewayê aciz bûne ra malxwedîtiyê dike.

Ji kelekela germê aciz dibin û tên Taşkopruyê

Taşkopruya dîrokî ya li Diyarbekirê bi xweşikahiyên tebiî û ava zelal va ji welatiyên ji ber kelekela hewayê aciz bûne ra malxwedîtiyê dike.

Li herêmê germahiya hewayê derdikeve 40 pileyî û welatiyên dixwazin hinekî hênik bibin tên Taşkopruya di navbera Kulp, Sîlvan û Hazroya navçeyên Diyarbekirê da ye.

Taşkopruya li Çemê Sarumê ya Hazro û Sîlvanê digihîne Kulpê bi taybetî dawiya hefteyê gelekî qerebalix dibe. Ziyaretvanên ji navçe û bajarên der û dorê tên li vê derê seyranê dikin.

Li der û dora Taşkopruya di heyama Siltan Ebdilhemîdê 2yan da hatiye avakirin şikeftên ji heyama kevirîn mane hene. Li hin ciyan bilindahiya geliyê çem jê dikişe digihêje 200 mêtreyî, aveke zelal ji çêm dikişe û ziyaretvan li ber xweşikahiyên tebîetê şaş û metel dimînin.

Kesên ji bo hênikahiyê tên Taşkopruyê di ava çêm da sobaniyê dikin û di nav tebîetê da seyranê dikin.

- "Havînê germahiya Diyarbekirê merivan dişewitîne. Em tên li vê derê hênik dibin"

Ahmet Korkutanê hat Taşkopruyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku her hefteyê dawiya hefteyê tê li vê derê derbas dike û seyranê dike. 

Korkutan diyar kir ku hevalên xwe gazî vê derê dike û li vê derê bi hev ra dema xwe derbas dikin û wiha axivî: "Ev dera bi xweşikahiyên tebîetê û ava xwe va ji gelek bajarên rojavayê welêt baştir e."

Korkutan axaftina xwe wiha domand: "Em dikarin ji vê derê ra bêjin ku ji cenetê parek e. Em bi heval û malbatên xwe ra tên vê derê seyranê dikin, dikevin avê û hênik dibin. Havînê germahiya havînê ya Diyarbekirê merivan dişewitîne. Em tên li vê derê hênik dibin."

Korkutan tewsiye kir ku bira welatî werin vê derê bibînin û wiha got: "Dibê vê derê bibînin. Dema werin vê derê bibînin û ew ê teqez carekê dîsa werin."

- "Ji ber ku li bajarê me behr tune em tên vê derê"

Feyzî Yildirmaz jî got ku havînê di dawiya her hefteyê da tên li vê derê seyranê dikin.

Yildirmaz wiha pê da çû: "Ji ber ku ava çêm zelal û paqij e ji Batman, Mardîn û Diyarbekirê tên vê derê.  Av û tebîeta vê derê baş e. Ji ber ku li bajarê me behr tune em tên vê derê."

Davut Korkutan jî diyar kir ku pireya Taşkopruyê pireyeke dîrokî ye, tebîeta wê gelekî rind e, ji bo seyranê her tim tên vê derê.

Korkutan destnîşan kir ku 54 salî ye, 40 sal e bi malbata xwe ra tê Taşkopruyê û wiha pê da çû: "Ji bo seyran û hênikbûnê ciyekî rind e. Av xweş e, zelal e û şirşirneg hene. Ji bo cî bibîne min di saet 05.00ê sibê da hevalê xwe şand vê derê. Ji bajarên wekî Batman, Mardîn, Şırnak û Şanliurfayê welatî tên vê derê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE