Şîr ji koçeran dikirin, dikin penîr û dişînin gelek bajaran. Penîrê ku li tesîsa Mûşê tên çêkirin organîk e…
Pez li çolê diçêre, tahma nefel û deviyan di şîr de heye… Ew jî li zozanên Mûşê, şîrê bizin û mihan kom dikin.
Dû re jî tînin tesîsê, dikin penîr.
Di vê tesîsê de penîrê eyaran û qaşar beyî dermanên kîmyewî, bi awayên organîk tên çêkirin.
Rojê 20 ton şîr tê stendin û salê jî nêzî 300 tonî penîr tê çêkirin.
Ev penîrê tehmxweş, di serî de Stenbol, li gelek bajaran tê firotin.