Ji malbatê re xaniyek çêkirin

Mixtar û xêrxwazan ji bo malbata feqîr xanîyeke nû ava kirin.

Ji malbatê re xaniyek çêkirin

Malbata Sayılgan li gundê Kijlakoma Muşê dije. Xaniyê malbatê hilweşiya. Mixtar û xêrxwazan ji bo malbatê pere berhevkirin û jê re xaniyeke nû çêkirin.

Fevzi Sayılgan li gundê Kijlakoma Muşê dijî. Ji ber ku astengdar e nikare bixebite.

Çend sal berê gundiyan ji bo malbatê dest bi çêkirina xaniyeke nû kirin.

Mixtar ji gundiyan û xêrxwazan ji bo malbata feqîr pere berhev kir. Xaniyê malbatê hat temamkirin.

Malbat ji bo vê yekê pir kêfxweş bû.

Piştî ku xanî xilas bû cîranan eşyayên malbatê birin xaniyê nû. Malbat di xaniyê nû de hat bicihkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE