Tê texmînkirin ku îro piştî nîvro dê li Rojhilatê Anadoluyê, hawirdorê Nîgde û Karamanê û aliyên navîn ên Rojhilatê Behra Spî tavî bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê li tevahiya welêt îro hewa dê ewrawî û cî bi cî jî pir ewrawî be.
Tê texmînkirin ku îro piştî nîvro dê li Rojhilatê Anadoluyê, hawirdorê Nîgde û Karamanê û aliyên navîn ên Rojhilatê Behra Spî tavî bibare.
Tê payîn ku di germahiya hewayê da guherîneke mezin çênebe û li gor demsalê be.
Tê texmînkirin ku ba piranî ji aliyê başûr û rojava va nerm car carna jî nîveqewî bê.