Ji mişmişan berhemên kozmetîkê çêkirin

Li Zanîngeha Iğdırê ji dendikên mişmişan krem, kolonya û losyon tên çêkirin.

Ji mişmişan berhemên kozmetîkê çêkirin

Li Zanîngeha Iğdırê ji dendikên mişmişan berhemên kozmetîkê tên çêkirin. Li navenda lêkolîn û laboratuwarê ya zanîngehê ji mişmişan krem, serum, kolonya û losyon tên hilberîn.

Li Iğdırê gelek cureyên mişmişan tên hilberîn. Mişmiş digel xwarinê di warê kozmetîkê de jî tê bikaranîn.

Li Zanîngeha Îdirê di Navenda Lêkolîn û Laboratuvara Zanîngehê de ji mişmişan berhemên kozmetîkê tên çêkirin.

Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Mehmet Hakkı Alma got xebatên me yên li ser mişmişan dewam dike. Em ji bo pêşxistina aboriya bajêr dixebitin.

Rektorê Zanîngeha Iğdırê Prof. Dr. Mehmet Hakkı Alma got“Em dizanin ku di nav dendikên mişmişan de vîtamîna B17ê heye. Me jî got em ji mişmişan krem, losyon û kolonya çêbikin. Mamosteyên me di navenda lêkolînê de xebatên xwe didomînin. Em ê di nav demeke kurt de hilbêrîna xwe zêdetir bikin.”

Di Navenda Lêkolîn û Laboratuvara Zanîngehê de ji dendikên mişmişan losyon, kolonya û krem tê çêkirin.

Tê plankirin ku berhemên kozmetîkê zêdetir bên çêkiri û aboriya bajêr bi pêş bikeve.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE