Ji Mizgefta Ebûl Menûçehr a li Qersê piştî salan cardin dengê bangê dê were bihîstin

"Em ê bi îzna Xwedê vê tebaxê di 957emîn salvegera fetha Aniyê da mizgefta ewil a ku Tirkan li Anadoluyê çêkirine ji ibadetê ra vekin"

Ji Mizgefta Ebûl Menûçehr a li Qersê piştî salan cardin dengê bangê dê were bihîstin

Li Qersê Mizgefta Ebûl Menûçehr a li Şûnwarê Dîrokî yê Aniyê yê di Lîsteya Kelepora Cihanî ya UNESCOyê da piştî xebatên verastkirin û restorasyonê cardin dê ji bo ibadetê were vekirin.

Şûnwarê Dîrokî yê Aniyê ku li ser sînorê Tirkiye-Ermenistanê ye û nêzîkî Arpaçaya navçeya Qersê ye, di salên 961-1045an da di heyama Xanedana Pakradûnî da ji hikimdarên Ermeniyan ra paytextî kir.

Bajarê Antîk yê ku berhemên mîmariya Îslamî yên ji sedsalên 11. û 12. jî dihewîne, 15ê Tîrmeha 2016an li Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê hat zêdekirin.

Li Aniyê li ser 85 hektar erdî digel Mizgefta Ebûl Menûçehr, dêrên Amenaprgîç û Abûgamîr Pahlavûnî jî hene. 

Mizgefta Ebûl Menûçehr ku bi emrê Siltan Melîkşah ji hêla Ebûl Menûçehr di navbera salên 1072-1092yan da hatiye çêkirin, di kordînasyona Wezareta Çand û Turîzmê û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê da û bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Serhatê pêşiyê were restorekirin û meha tebaxê jî ji ibadetê ra were vekirin.

Piştî verastkirinan mizgeft dê 64 sal şûnda cardin ji ibadetê ra were vekirin. Di mizgeftê da dû ra dê bi piştgiriya 26 ajansên pêşketinê restorasyoneke berfireh were kirin.

Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketinê ya Serhatê Dr. Îbrahîm Taşdemir ji peyamnêrê AAyê ra got ku xebatên li Mizgefta Ebûl Menûçehr dest pê kirin.

Taşdemir li ser xebatên verastkirin û restorasyonê agahî dan û wiha axivî:

"Em ê bi îzna Xwedê vê tebaxê di 957emîn salvegera fetha Aniyê da mizgefta ewil a ku Tirkan li Anadoluyê çêkirine ji ibadetê ra vekin. Mizgefta Ebûl Menûçehr em ê ewil ji ibadetê ra vekin û dû ra jî em ê xebata restorasyona berfireh bikin."

Taşdemir bal kişand ku Şûnwarê Dîrokî Anî ji hêla dîroka cihanê pir girîng e û 5 hezar sal dîroka bajarê antîk heye. 

Taşdemir her wisa destnîşan kir ku herêmê ji 23 şaristaniyan ra hemêza xwe vekiriye û wiha dewam kir:

"Li Aniyê bi piştgiriya me xebatên kolanê tên kirin. Li Aniyê ji xeynî mizgeftê di warên cuda da jî xebatên me berdewam in. Projeyên me yên li ser restorasyonê dê bidomin. Gava xebatên me kuta bûn, li Aniyê em ê hejmara turîstên ku tên ezimandin derxin asta 500 hezarî û heta asta milyonekî."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE