Ji Muşê ji bo bajarên rojava sewqiyata heywanên qurbanê dest pê kir

Li gundê Yedîpinara li ser navendê dema ku dewarên qurbanê li kamyon û tiran bar dikirin hin dewar reviyan û dîmenên rengîn derxistin holê.

Ji Muşê ji bo bajarên rojava sewqiyata heywanên qurbanê dest pê kir

Bi hezaran dewarên ku li Muşê hatin xwedîkirin piştî ku ekîbên Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr kontrolên wan kir li tiran hatin barkirin ku bişînin bajarên rojava.

Li gundê Yedîpinara li ser navendê dema ku dewarên qurbanê li kamyon û tiran bar dikirin hin dewar reviyan û dîmenên rengîn derxistin holê.

Ji xwedîkerên dewaran Hatun Ekînê daxuyaniya xwe ya bo rojnamevanan da got ku îsal hêviya wan a ji eydê mezin e.

Ekînê got ku hewanên qurbanê bi hesasiyeteke mezin xwedî kirin û wiha axivî: "Em xwedîkirina conegayan rojane dikin. Em êm, ket, genim û kayê didin wan. Me van heywanên salekê ji bo Eyda Qurbanê xwedî kirin. Dema heywan tên barkirin û diçin ez xemgîn dibim lê em jî debara xwe bi vê dikin. Em mecbûr in ku bifroşin." 

Ji xwedîkeran Kenan Ekîn jî behs kir ku 22 dewar li tirê bar kirin û şand Îstanbulê û got ku "Zehmetiya vî karî zêde ye. Rêwîtiya me ya ji bo Îstanbulê 2 roj dewam dike. Dema barkirinê heywanekî hewl da ku ji dest me bireve. Me 5 kesan encax karî ku wî dewarê ku biqasî 900 kîlo li wesayîtê siwar bikin. Hêviya me ew e ku em hemû heywanan bifroşin û wisa vegerin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE