Ji mûyên hîtikan betaniyan çêdikin

Betanî bi wêne û nexşên taybet tên xemilandin.

Ji mûyên hîtikan betaniyan çêdikin

Betaniyeyên navdar ên Siirtê bi tevnê tên çêkirin, bi teknolojiyê jî xweştir dibin. Ji bo ku ev hûner neyê jibîrkirin nexş û wêneyên cuda li ser betaniyan tên çêkirin.

Yek ji taybetmendiyên bajarê Sêrtê, betaniyên wê ne.

Ev betanî, ji pirça bizinên kever, ango hîtikan tên çêkirin.

Betaniye di tevnê de bi destan tê çêkirin. Lê niha bi makîne û teknolojiyê xeml û nexşên wan xweştir dibin.

‘’Em ji bav û kalan de li ser vê pîşeyê mijûl in. Bi pêşketina teknolojiyê re betaniyeyên Siirtê hatiye ber asta rabûnê. Lê niha em jî teknolojiyê bi kar tînin û nexşên ku em dixwazin li ser betaniyan çê dikin. Ev jî kir ku betaniyên Siirtê dîsa berbelav bibin.’’

Ji bo ku ev hûner neyê jibîrkirin, nexş û wêneyên cûr bi cûr li ser wan tên çêkirin û betanî wisa tên firotin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE