Li herêmê kelekela germa havînê ye. Li bajarê Mêrdîn, Riha û Diyarbekirê germahiyê ji 40 pileyî derbas kir. Zarok ji bo hênik bikin dikevin avê. Ev yek carna talûkeyan jî çêdike. Gelek kes di avê de difetisin. Pispor li ser vê meselê xelkê hişyar dikin.
Havîn e û bi taybetî li derdora Diyarbekir û Rihayê ev çend roj in ji germahiyê 40 derece derbas kir.
Li Amedê zarok ji bo hênik bibin diçin ava kaniya Enzelê.
Gelek kes li qeraxa Enzelê dicivin.Lê ji ber bêbaldariyê gelek talûke jî çêdibin.
Gelek kesên ku ji bo soberiyê dikevin çem û kanalan di avê de difetisin.
Prof. Dr. Mehmet Akif Altay gel hişyar kir, got li cihên qedexe nekevin avê û li gorî rêzikan hereket bikin.
Prof. Dr.”Altay got, ’’Di binê golan de herî heye. Ji ber vê yekê mirov di heriyê de asê dibin û dimirin. Bila welatiyên me ji bo hênikbûnê biçin hewzan. Ger îmkan tune be jî bila li cihên nêzî peravê avjeniyê bikin.”