Li Mêrdînê ji ber refa reşêleyan asîman reş bû. Bi sed hezaran reşêle bi hev re firiyan û dîmenên gelek xweşik derketin meydanê.
Bi sed hezaran bi hev re firiyan...
Li asîmanan dîmenên ji hev delaltir derketin.
Li Mêrdînê refa reşêleyan ji nişka ve xuya kir.
Reşêleyan mîna ewrekî reş serê navenda bajer girt û bi fitlên xwe dîmenên balkêş çêkirin.
Çûkan mîna şahiyekê baskên xwe lê dan û ji ser bajêr derbas bûn....