Komeleya Alîkarî, Spor, Perwerde û Çandê ya Anadolûyê ji bo malbatên feqîr ên li Kızıltepeya Mardinê cil û bergên zivistanê şandin. Dı nava amûrên alîkarıyê de jı pêlavên zıvıstanê heta montan gelek tışt hene.
Komeleya Alîkarî, Spor, Perwerde û Çandê ya Anadoluyê (AKES-DER) him li Rizeyê him li bajarên din xebatên xwe didomîne.
Komeleyê herî dawî bi kordînasyona Komeleya Hevkarî û Alîkariyê ya Biratiya Behra Reş û Mêrdînê (MAR-KAR)ê ji malbatên feqîr ên Qoserê re alîkarî şand.
Di çarçoveya alîkariyê de gelek cil û bergên zivistanê li malbatên hewcedar ên 6 gundên navçeyê hatin belavkirin.