Ji şaredariya Derikê piştgiriya bo Sporê

Şaredariya navçeyê ji tîma biçûkan re diyarî şandin...

Ji şaredariya Derikê piştgiriya bo Sporê

Şaredariya Derika çiyayê mazî, li sporvanên biçûk cil û bergên sporê belav kirin. Piştî ku zarokan diyariyên xwe girtin bi rayedarên şaredariyê re gog lîstin.

Gava Tîma biçûkan a Şaredariya Derika Çiyayê Mazî li stadyuma Taxa Kêşikê antreman dikir, suprîzek ji wan re hat kirin.

Şaredariyê ji bo piştgiriyê diyarî ji wan re şandibûn.

Sporvanên ku diyariyên xwe girtin, hema cilên xwe yên nû li xwe kirin.

Her wiha sporvanan ji bo spasiyê jî bi personelên şaredariyê re pêşbaziyek li dar xist.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE