Xebatên Şaredariya Hakkariyê dewam dikin. Şardariyê di navbera kolana colemêrgê û xaçerêya medenî sancar de cara ewil riyeke bisîklêtê çêkir. Dirêjiya riyê jî 2 hezar û 400 metre ye.
Şaredariya Colemêrgê ji bo kolanên bajêr baştir bibin par dest bi xebatan kiribû.
Şaredariyê di çarçoveya van xebatan de di navbera Kolana Colemêrgê û Xaçerêya Medenî Sancar de riyeke bisiklêtê çêkir.
Şaredarê Colemêrgê Qeyûm Cüneyt Epcim derbarê xebatên şaredariyê de agahî da û got li bajarê me cara ewil riyeke wisa hat çêkirin.
”Me li Colemêrgê, di çarçoveya xebatên kolanên biprestîj de cara ewil riya bisiklêtê çêkir. Ji bo vê em gelek kêfxweş in. Em ê xebatên xwe bidomînin.”
Xelkê bajêr jî ji xizmetên şaredariyê memnûn in.
Xebatên şaredariyê yên bi vî rengî wê dewam bikin.