Ji Şaredariya Ömerliyê projeya parkên modern

Şaredariya Ömerliyê li her taxê parkeke modern çêdike

Ji Şaredariya Ömerliyê projeya parkên modern

Li herêmê kar û xebatên binesazî û peyzajê dewam dikin. Li Ömerliya Mardînê, ji bo gel bêhna xwe bide li hemû taxan park tên çêkirin.

Hewa her ku germtir dibe, welatî jî dixwazin herin cihên hênik û şînahî.

Welatî zêdetir jî berê xwe didin parkên nêzî mala xwe.

Şaredariya Ömerliya Mardînê jî bi piştgiriya Wezareta Havirdor û Bajarvaniyê ji bo peyzaja navçeyê li hemû taxan parkên modern çêdikin.

Dixwazin him rûyê navçeyê bi şînahî be, him jî welatî bikaribin li derve di bin siyên daran de rûnin.

Her wiha navên şehîdan jî tê dayîn parkan da ku bên bibîranîn.

Bi çêkirina parkan herî zêde zarok kêfxweş bûn, lewra têra dilê xwe dilîzin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE