Ji Şelaleya Tokluyê dîmenên balkêş

Ji welatiyan Yusuf Sarikaya daxuyanî da û got ku her sal gelek turîstên xwemalî vê derê ziyaret dikin.

Ji Şelaleya Tokluyê dîmenên balkêş

Şelaleya Tokluyê ya li Taşliçayê ya navçeya Agriyê ye û seba çiyagerî û sporên zivistanê tê tercîhkirin, bi temamî qerimî.

Şelale 6 kîlomêtre dûrî navçeyê li gundê Tokluya Jêrîn e û ji cihekî 12 mêtre bilind ra tê xwarê. Bi qermê ra şembelûk pê va daliqiyan û dîmenên xweş derketin meydanê.

Çûyîn û hatina şelaleyê hêsan e û di salên dawîn da bi taybetî bala çiyager û kesên ku sporên hilkişînê ra eleqedar dibin, dikşîne.

Şêniyên herêmê li kêleka şelaleyê dimeşe û wêneyan dikşînin.

Ji welatiyan Yusuf Sarikaya daxuyanî da û got ku her sal gelek turîstên xwemalî vê derê ziyaret dikin.

Sarikaya diyar kir divê danasîna vê "bihuşta veşartî" zêdetir were kirin û wiha dewam kir: "Li herêmê zivistan dijwar derbas dibe, lê ji aliyekê va jî xweşikahiyên bi vî rengî bi xwe ra tîne. Şelale her sal diqerime. Em û heval jî tên vê derê û wêneyan dikşînin. Zivistanê çiyager tên vê derê û pê va hildikişin. Em havînê jî seba geşt û seyranê tên vê derê."

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2020, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE