Ji sermayê Çemê Kertizê jî qeşa girt

Dîmenên çem bala welatiyan dikşînin

Ji sermayê Çemê Kertizê jî qeşa girt

Çemê kertizê ku masiyên gola Vanê, jê derbasî avên germ dibin, qeşa girt. Welatî jî diçin ber çem da ku xwezayê bibînin. Werin em li dîmenên rengîn ên çem temaşe bikin.

Li Erdîşa Vanê germahî daket heta di binê sifirê de 25 pileyî.

Ji sermayê Çemê Kertizê jî qeşa girt.

Ev çem derbasgeha masiyên gola Vanê ye.

Masiyên Gola Vanê dema serma tê, ji vê derê berê xwe didin avên germ û şîrîn.

Welatî jî tên ber çem û ji xwe re him li xwezayê temaşe dikin him jî xwarinê dixwin.

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2020, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE