Ji turîstan ra wê xwarinên Mezopotamyayê çêkin

Her sal bi hezaran turîst navçeyê ziyaret dikin. ....

Ji turîstan ra wê xwarinên Mezopotamyayê çêkin

Li Herana navçeya ŞanliurfaNavenda Gastronomiyê tê avakirin. Proje navendê bi serokatiya Qaymeqamtiyê ji hêla Îdareya Pêşveçûna Herêma GAPê (BKÎ) tê fînansekirin. 

Herana lê bermayiyên zanîngeha Îslamê ya ewil û Mizgefta Mezin ya ji dema Emewiyan mayî hene, bi malên xwe yên qubeyên bikonîk, Mizgefta Mezin û bi bajarê Şueyb bala turîstên biyanî û xwemalî dikşîne.

Her sal bi hezaran turîst navçeyê ziyaret dikin. 

Navçeya Heranê ji bilî vê bi çanda xwarinê ya kevnar û gastronomiyê tê nasîn. Li navçeyê di vê çarçoveyê da niha navendeke gastronomiyê tê çêkirin. 

Li gor agahiyan li navendê piranî wê jin bixebitin û ji çîkê heta kebabê cureyên cuda wê ji bo mêvanan xwarinan çêbikin. 

Navenda Gastronomiyê xebat didomin û wê heta du sê mehan dest bi xizmetê bike. 

- "Em ê xwarinên herêma Mezopotamyayê îkramî mêvanan xwe bikin"

Qaymeqamê Heranê Faruk Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xebatên ji bo çêkirina navendê hê didomin ew ji ber avakirina navendê gelekî kêfxweş in û wiha axivî:

"Xebatên çêkirina navendê ber qedandinê ne û heta demeke kin da wê dest bi xizmetê bike. Em ê xwarinên herêma Mezopotamyayê îkramî mêvanan xwe bikin. Bi saya çanda mezopotamyayê ya dîrokî li navçeyê gelek xwarinên berê tên zanîn û çêkirin. Em dixwazin di sektora gastronomiyê da ciwanên xwe jî perwerde bikin. Me niha ji bo bingeha vê jî dest bi xebatê kir."

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2019, 16:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE