Ji Ukraynayê pezê Romanov anî

50 mî anîn û di nav salekê de hejmara wan bû 120

Ji Ukraynayê pezê Romanov anî

Serokê Odeya Çandîniyê ya Erdexanê, ji Ukraynapezên Romanov anî û bi wan dest bi heywandariyê kir. Bi vê teşebisa xwe him bû mînak him jî hejmara pezê xwe zêde kir.

Pezên Romanov, salê du caran dizên û her carê sê çar berxik tînin. Li gorî cinsê pezên din jî xwedîkirina wan hêsantir e

Serokê Odeya Çandîniyê ya Erdexanê Latif Şah dît ku gundî dev ji heywandariyê berdidin. Wî jî ji bo ku li bajêr heywandarî bi dawî nebe ji Ukraynayê 50 pez anî.

Van pezan xwedî kir û di nav salekê de hejmara wan kir 120.

Ev jî bû mînak û gelê herêmê cardin vedigerin ser heywandariyê.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE