Ji Wanê heta Îzmirê wê bona "qenciyê" bazde

Esnaf Riza Martaşê xelkê Îzmirê ji bo ku xweşikî û delaliyên dîrokî yên welêt nîşanî her kesî bide wê ji Wanê heta Îzmirê bazde.

Ji Wanê heta Îzmirê wê bona "qenciyê" bazde

Esnaf Riza Martaşê xelkê Îzmirê li ser xatirê 1ê îlona Roja Aştiyê ya Dinyayê ji bo ku xweşikî û delaliyên dîrokî yên welêt ku nîşanî her kesî bide wê ji Wanê heta Îzmirê bazde.

Riza Martaşê 41 salî ji bo destpêka bazdinê hat qada Kelha Wanê. Martaş daxuyanî da rojnamevanan û got ku hedefa wî ew e ku hezar û 830 kîlometreyî ji 13 bajaran derbas be û vê di mehekê da biqedîne.

Martaş got ku ev demeke dirêj e beşdarî çalakiyên bazdanê dibe û wiha dewam kir: "Ev 3-4 sal e li bajarên cuda ez dibazim. Ez ji bazdanê gelekî hez dikim. Li ser rê ez kê bibînim ji wan re dibêjim her dem 'qenciyê' bikin. Ez dixwazim di navbera Wan û Îzmirê da "pireke qenciyê" ava bikim. Di van rojên ku zor û zehmet da daxwaz min tenê ev e. Ez dixwazim xweşikî û delaliyên dîrokî yên welatê nîşanî hemû kesî bidim."

Martaş diyar kir ku xelkê Wanê miletekî gelekî baş e û wiha axivî: "Wan jî bajarekî gelekî xweş e. Li Kelha Wanê ez gelekî kêfxweş û bihizûr im. Ev bazdan li Tirkiyeyê cara ewil e wê bê kirin. Armanca min ew e ku vê bazdinê ez bê qeza û bela xilas bikim."

 

 


AA 

Dîroka nûkirinê: 01 îlon 2018, 16:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE