Bajarê qedîm Cizîra Botan, ji gelek şaristaniyan re bûye cih û war. Ev der yek ji cihên girîng ê bawerî û turîzmê ye. Li bajêr gelek cih û berhemên dîrokî hene. Yek ji van cîhan jî gora mem û zînê ye. Her meh ji welêt û derveyê welêt bi hezaran turîst tên serdana vê gora dîrokî …
Medreseya Sor, Gora Hz.Nuh, Birca Belek, Mizgefta Mezin û Mem û Zîn..
Bajarê dîrokî Cizîra Botan; bi dîrok, berhem, çand û kelepora xwe her tim bal kişandiye.
Li bajêr gelek berhemên dîrokî hene û yek ji van cîhan jî gora Mem û Zînê ye.
Ev gora qedîm û dîrokî li herêmê ji cihên girîng ên bawerî û turîzmê ye.
Ji hemû welatan turîst berê xwe didin vê gora dîrokî û zîyaret dikin.
Îsal nêzîkî 200 hezar kes hatin serdana gora mem û Zînê.
Piraniya turîstan ji bajarên İraqê yên wek dihok, Silêmanî, Zaxo û Erbîlê tên.
Welatî li bendê ne ev ciyên dîrokî bên restorekirin û zêdetir turîst werin serdana bajêr..