Ji 4 aliyên welêt nebatên cûrbicûr anîn û bi wan bexçeyekî botanîk ava kir. Welatî İzzettîn Çağanê ku 15 sal in li Tatvana Bitlisê şitlê dar û çîçekan difiroşe, li ser 13 donim erdî ji xwe re bexçeyekî botanîk çêkir. Bexçeyê ku tê de 3 hezar nebatên cûrbicûr hene bala her kesî dikişîne.
Ji 4 aliyên welêt nebat berhev kirin û bi wan bexçeyekî taybet çêkir.
İzzettin Çağanê ku li Tetwana Bilîsê şitlê dar û çîçekan difiroşe, ji wan şitlan bexçeyekî botanîk çêkir.
Çağanê ku nêzî 3 hezar nebatên cûrbicûr da hev, piştî demekê bi wan bexçeyekî botanîk ava kir.
Çağan dibêje: “Bexçeyê me, ji bo îstixdamê jî bû derfeteke mezin. Lewra car caran nêzî 100 karker li ba me dixebitin.”