Kar û barê wan gelek zehmet e. Li kuçe û kolanan erebeya wan li pişta wan e û bermayiyên veguherînê yên wekî kaxiz, karton û naylonê kom dikin. Kedkaran ji bo karê xwe baştir bikin ji xwe re kooperatîf jî ava kirin.
Karekî zahmet dikin, bi şev û roj kaxez, karton û noylanan kom dikin.
Xebatkarên bermayiyên veguherînê ne, li kuçe û kolan bi erebeyên xwe bermayiyan didin hev.
Van xebatkarên Şanlıurfayî ji bo karê xwe bi rêk û pêk bikin jî, ji xwe re kooperatîfek ava kirin.
Halêhazir li Şanlıurfayê zêdetirî hezar kedkar, bûne endamê vê kooperatîfê.
Kesên ku nebin endamê kooperatîfê, wê nikaribin bermayiyên veguherînê kom bikin.