Ji xwendekaran bo astengdaran êlekê elektronîk

Xwendekaran ji bo astengdaran êlekekî elektronîk çêkir...

Ji xwendekaran bo astengdaran êlekê elektronîk

Li Siwêrega Rihaxwendekarên lîseya teknîkî ji bo astengdarên ku çavên wan nabînin, êlekekî elektronîk çêkir. Êlek bi sensor e û gava li pêşiya astengdar tiştek hebe, alarmê lêdide.

Telebeyên lîseya Teknîkî ya Siwêrega Rihayê îcadek kir.

Xwendekarên jêhatî ji bo astengdarên ku nabînin êlekê bisensor çêkir.

Li ser êlek 8 sensor hene. Gava astendar nêzî tiştekî dibe, sîstema otomotîk lêdide.

Sensorên bi êlek ve, li gorî dûrahiyê jî alarma xwe diguherîne û gava astengdar pir nêzî tiştekî wekî keleman bibe, xwediyê xwe diricifîne.

Xwendekar vê îcadê dixwazin zêdetir bi pêş bixin û berbelav bikin.

Telebeyên şareza êlek li ser astengdarekî jî ceriband û îcada wan bêpirsgirêk xebitî.

Dîroka nûkirinê: 01 Hezîran 2019, 15:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE