Ji xwendekarên Midyatî kampanyaya ‘Bila şitlek te jî hebe’

Xwendekaran bi xercaniyên xwe şitil kirîn û li baxçeyê dibistanê danîn

Ji xwendekarên Midyatî kampanyaya ‘Bila şitlek te jî hebe’

Li Midyata Mardînê, xwendekarên mekteba gundê dalînê di navbera xwe de pere dan hev û bi van pereyan şitil kirîn. Xwendekar û mamosteyan ew şitil danîn baxçeyê dibistanê.

Xwendekarên Dibistana Gundê Dalînê ya Midyatê, bi navê “Bila Şitleke Te Jî Hebe” kampanyayek dan destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de xwendekaran xercaniyên xwe dan hev û bi van pereyan şitil kirîn.

Mamoste û xwendekarên dibistanê bi hev re şitil danîn baxçeyê mektebê û av dan.

Xwendekaran bi vî awayî him dibistana xwe ziyaret kirin him jî xwedî li xwezaye derketin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE