Ji Îzmîrê bi bisîkletan hatin Dêrikê

Malbata Alnıaçık bi slogana “Ajotina Bisîkletê Azadî Ye’’ ji İzmirê bi rê ket û hat Derikê.

Ji Îzmîrê bi bisîkletan hatin Dêrikê

Aysu û Mistefa Xalit Alnıaçık, jin û merê hev in û li Îzmîrê dijîn. Malbata Alniaçik ji Îzmîrê bi bisîkletan hatin Dêrika Mêrdînê. Malbat niha dixwaze bi bisîkletan li tevahiya Türkiyê bigere.

Malbata Alnıaçık di 12ê nîsanê de bi bisîkletan ji îzmîrê bi rê ketin.

Aysu Alnıaçıka 31 salî xwest bi mêrê xwe re li tevahiya Türkiyeyê bigere.

Aysu Alnıaçık got, “Em di 12ê nîsanê de bi rê ketin. Ev 66 roj in em li ser bisîkletan in û li bajaran geriyan. Em li muze û cihên xwezayî geriyan. Em bi vî awayî heta Dêrikê hatin.”

Mistefa Xalit Alnıaçık jî got em niha ber bi xeyalan xwe ve dimeşin.

Mistefa Xalit Alnıaçık got, ‘’Mirov nikare bi wesaîtan li hemû bajaran bigere. Bisîklet ji bo tenduristiyê gelek baş e. Bila hemû kes li bisîkletan siwar bibin û bigerin.”

Plana malbatê ew e ku pêşiyê li bajarên rojhilat bigere û piştre jî derbasî bajarên din bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE